Li Nisêbînê tankêra petrolê wergeriya, kesekî mir û yek jî birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê tankêrekî wergeriya û di encamê de kesekî mir û yek jî birîndar bû.
Tankêr, di destpêka navça Nisêbînê de ji kontrola ajotvan derket û wergeriya. Di encamê de ajotvanê tankêrê Muhammed Miraç Sidar di tankêrê de asê ma û jiyan xwe ji dest da. Muhammed Yusuf İmrak ê ku di tankêrê de bû, sivik birîndar bû.
Birîndar İmrak bi ambûlansê birin nexweşxanê bo dermankirinê lê cesedê ajotvan yê Sidar birin morga nexweşxanê bo otopsiyê.
Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.




