Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin

Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin

PeyamKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama êrîşekê de, 2 çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh bi şevê 27ê Nîsana 2025an, li nêzîkî bajarê Efrînê di êrîşekê de li ser baregeha çekdarên El-Mutesim, 2 çekdar hatin kuştin û 4ê din birîndar bûn.

SOHRê diyar kir ku ew komara çekdar a êrîşkar heta niha nehatiye diyarkirin.

Hêjayî gotinê ye, çekdarên El-Mutesim yek ji koma çekdar a ser bi artêşa niştîmanî ya Sûriyê ve ye ku Tirkiye piştevaniya wan dike. Ew kom heta niha li Efrînê dimînin.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.