Rûsyayê zêdetirî 500 dron û moşek bi ser Ukraynayê de barandin

PeyamaKurd- Artêşa Rûsyayê, bi zêdetirî 500 dron û moşekan êrîşeke mezin li ser binesaziyên Ukraynayê pêk anî. Di encama van êrîşan de li 14 cihên cuda binesazî hatin armanc kirin û 5 kes, di nav wan de 4 xebatkarên trênan jî hebûn birîndar bûn.
Ev êrîş li dema serdana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a Çînê pêk hat.
Piştî êrîşan li herêma Çernîhîvê, 30 hezar mal bê elektrîk man, li Kirovohradê jî ji ber êrîşan seferên trênan bi saetan dereng man.
Li gorî Servîsa Rewşa Lezgîn a Ukraynayê, li bajarê Znamiankayê 28 xanî zirar dîtin. Ev êrîşên ku ji 9 herêmên cuda yên Ukraynayê dengê wan hat bihîstin, nîşan didin ku Rûsya hewl dide jiyana rojane ya gelê Ukraynayê têk bibe.
Serokê Ukraynayê, Volodymyr Zelenskyy got, "Ev êrîş hewldaneke eşkere ya Rûsyayê ji bo tirsandinê ye." Herwiha got ku sedema berdewamiya van êrîşan ew e ku zextên mezin li ser aboriya şer a Rûsyayê nayên kirin.
Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.




