Free Burma Rangers a Amerîkî serdana Bendava Tişrînê kir

Free Burma Rangers a Amerîkî serdana Bendava Tişrînê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Şanda Rêxistina “Free Burma Rangers” a Amerîkayî serdana Bendava Tişrînê kir, da ku rewşa bendavê bişopîne û alîkariyên tundirstî pêşkêşî birîndarên şer bike.

Hate diyarkirin ku ji bo şopandina rewşa li Bendava Tişrînê û zirarên ji ber êrîşên Tirkiye û çekdaran li ser benavê bûne û ji bo pêşkêşkirina alîkariyên tundirstî ji birîndaran re, şanda Rêxistina Free Burma Rangers a Amerîkî û mirovî serdana bendavê kir.

Hate zanîn ku ev cara yekemîn e ev rêxistin serdana bendavê dike.

Free Burma Rangers rêxistineke Amerîkî û mirovî ye, li herêmên şer kar dike, girîngiyê dide pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo sivîlên zirar ji ber şer û pevçûnan dîtine. 

Armanca avakirina rêxistinê ew e ku piştgiriya civakên ku êşan ji ber şerê çekdarî dikişînin, alîkariyên tibî pêşkêş bike, birînaran veguhêzin û binpêkirinên mirovî belge bike ye.

Hêjayî gotinê ye, ev rêxistin li heremên cuda yên seranserî cîhanê, di nav de Rojavayê Kurdistanê dixebite. Di êrîşên 2019an ên artêşa Tirkiyeyê û çekdarên wê li dijî bajarê Serêkaniyê de endamên rêxistinê hatibûn kuştin û birîndar kirin. Rêxistin alîkarîyan pêşkêşî koçberên Efrîn û Şehba û Serêkaniyê jî kirin.

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.