Bexdayê biryara şandina mûçeyên berê yên karmendên Kurdistanê da

Bexdayê biryara şandina mûçeyên berê yên karmendên Kurdistanê da

PeyamaKurd- Encûmena Wezîran a Iraqê biryar da ku mûçeyên meha Hezîranê yên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne. 

Hate diyarkirin ku biryara şandina mûçeyê îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2025an, di civîna Encûmena Wezîran de hatiye dayîn û ev biryar bi merc e.

Biryar piştî serdana şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Bexdayê hate dayîn ku bi serokê komîteya ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve hatiye avakirin re civiya.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di danûstandinan de tekezî li ser wê yekê kiribû ku pêwîst e biryara şandina mûçeyê meha Hezîranê yê fermanberan demildest were dayîn.

Mercên ku hikûmeta Iraqê danîne jî wiha ne:

1.    Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kompaniyên petrolê pabendî wê yekê bike ku petrolê berhem bînin û radestî Saziya Petrola Iraqê (SOMO) bikin.

2.    Divê şanda Herêmê û komîteya wezarî ya Bexdayê li ser dahatên nepetrolî lihev bikin.

3.    Divê 120 milyar dînar (dahatên navxweyî) radestî hikûmeta federal bê kirin.

Tirkiye daxwaza girêdana boriya petrola Kerkûkê dike

Di heman demê de, hat zanîn ku Tirkiyeyê daxwaz kiriye ku boriya petrolê ya Kompanyaya Petrola Bakur, ku zeviyên petrolê yên Kerkûk û derdora wê vedigire, bi boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ve were girêdan. Armanc ew e ku hinardekirina rojane bigihîje yek milyon bermîl petrol.

Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.