Serokê Amerîkayê: "Netanyahu qehremanekî şer e"

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku Dadgeha Cezayê Navneteweyî (ICC) fermana girtinê ji bo wî daye, wekî "qehremanekî şer" bi nav kir.
Trump di hevpeyvînekê de bi pêşkêşvanê radyoyê Mark Levin re li ser Netanyahu, ku êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezzeyê didomîne got, "Ew mirovekî baş e. Ew şer dike. Ew qehremanekî şer e ji ber ku em bi hev re xebitîn. Ew qehremanekî şer e. Ez difikirim ku ez jî qehreman im."
Trump got, "Ew hewl didin wî bixin zindanê," bêyî ku zelal bike ka ew behsa fermana girtinê ya ICC li dijî Netanyahu dike an doza gendeliyê li Îsraîlê.
Trump herwiha şîroveyên xwe yên li ser "serkeftina" êrîşên asmanî yên Amerîkayê di êrîşên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê de dubare kir.





