Ji Iraqê daxuyaniya civîna hilberîn û hinerdeya petrola Kurdistanê

Ji Iraqê daxuyaniya civîna hilberîn û hinerdeya petrola Kurdistanê

PeyamaKurd- Wezareta Plandanînê ya Iraqê li ser civîna Wezîrê Plandanînê Dr. Mihemed Elî Temîm ya bi şandeyên hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ku îro 19ê Tebaxê hate lidarxistin daxuyanî da.

Hate ragihandin, Wezîrê Plandanînê yê Iraqê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê serokatiya civîneke hevpar di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kirine û tê de li ser hilberandin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û dahatên negirêdayî petrolê gotûbêj kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Di civînê de, pêşketina danûstandinan li ser mijarên çaresernebûyî yên di navbera her du aliyan de, wekî hilberandin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, dahatên negirêdayî petrolê û herwesa tewtînkirina fermanberên Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.”

Hate diyarkirin, “Aliyên ku tevlî civînê bûne tekez kirin ku, di danûstandinan de pêşketineke girîng çêbûye. Nexasim di warê hilberandin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de, ji ber ku hemî şert û mercên pêdivî ji bo destpêkirina hilberandin û hinardekirinê bi rêya Rêxistina Berbazarkirina Petrolê ya Iraqê (SOMO) hatine bicihanîn. Herwiha biryar hate dayîn ku, nîqaş ji bo temamkirina şertên mayî yên têkildarî mijarên din berdewam bikin.”

Li gorî zanyaran, biryar e ku reşnivîsek di civîna Encûmena Wezîrên Iraqê de ji bo pejirandinê pêşkêşî Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî bê kirin.

Di civîna navborî de ji aliyê Herêma Kurdistanê Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah, Sekreterê Encûmena Wezîran Amanj Rehîm û heşt rêvebirên giştî yên Wezareta Darayî û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê beşdarî kirin.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.