Di danûstandinên hinardekirina petrolê de pêşketineke girîng hat bidestxistin

Di danûstandinên hinardekirina petrolê de pêşketineke girîng hat bidestxistin

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dosyeya hinardekirina petrolê de gihîştin rêkeftineke girîng, ku dê rê li ber destpêkirina jinûve ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê veke.

Piştî danûstandinên li Bexdayê, hat ragihandin ku hemû şert û mercên teknîkî û yasayî yên ji bo destpêkirina hinardekirina bi rêya Kompanyaya Neteweyî ya Firotina Petrolê (SOMO) hatine temamkirin.

Îro, roja Sêşemê, 19ê Tebaxa 2025an, şandeyên payebilind ên her du aliyan li Bexdayê civiyan. Di civînê de ku bi serpereştiya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plansaziyê yê Iraqê, Mihemed Elî Temîm, hat lidarxistin, li ser çareserkirina kêşeyên demdirêj ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihevkirin çêbû.

Mijarên sereke yên civînê hilberandin û hinardekirina petrolê, dahatên ne-petrolî û yekxistina mûçeyên karmendan bûn. Hat tekezkirin ku di warê petrolê de pêşketineke berbiçav pêk hatiye û êdî tu astengî li pêşiya hinardekirinê nemaye.

Li gorî rêkeftina nû, dê rojane 50,000 bermîl petrol ji bo pêdiviyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê were bikaranîn, û petrola zêde dê radestî SOMO were kirin da ku bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê were firotin. Ji bo ku ev pêngav bi awayekî fermî dest pê bike, divê Hikûmeta Federal a Iraqê bi Tirkiyeyê re şertên dawî temam bike.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Adara 2023yan ve, piştî biryara dadgeheke navneteweyî, hatibû rawestandin. Vê yekê ziyaneke aborî ya mezin gihandibû hem Iraqê û hem jî Herêma Kurdistanê.

Di civînê de wezîrên peywendîdar û berpirsên payebilind ên her du hikûmetan amade bûn. Her du aliyan tekez kirin ku Gotûbêjên ji bo çareserkirina mijarên din ên weke dahatên ne-petrolî û mûçeyan dê berdewam bikin. 

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.