Li Idlibê operasyona Hêzên Hevpeymaniyê: Tevî jinên biyanî gelek kes hatin girtin

PeyamaKurd – Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serkêşiya Amerîkayê, îro, di saetên serê sibehê de, li bajarokê Etmê parêzgeha Idlibê ya bakur-rojavayê Sûriyê, operasyoneke asmanî pêk anî. Di encama operasyonê de, gelek kes hatin girtin ku di nav wan de 3 jinên biyanî jî hene.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, operasyon bi piştgiriya hejmareke zêde ya helîkopter û firokeyên keşfê yên Hevpeymaniyê pêk hat. Hêzên Amerîkî bi ser malekê de girt ku ji aliyê malbateke din ve hatibû kirêkirin û li ser navê Mistefa el-Şêx tomarkirî bû.
Çavkaniyan destnîşan kir ku di nav kesên hatine girtin, 3 jinên biyanî jî hebûn ku di dema operasyonê de li nav malê bûn. Derbarê nasnameya kesên hatine girtin û çarenivîsa wan de hêj agahiyeke fermî nehatiye dayîn.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




