Kurtulmuş: Em di serxistina pêvajoyê de paşde gav navêjin

Kurtulmuş: Em di serxistina pêvajoyê de paşde gav navêjin

PeyamaKurd- Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro 19ê Tebaxê beriya civîna çaremîn a komîsyona parlamentoyê ya bo nîqaşkirin û avêtina gavên pêvajoya aştiyê û çekdanîna PKKê hatiye avakirin axaftinek kir.

Kurtulmuş got ku parlamento wê ji bo temamkirina "pêvajoya biratiyê" bêyî ku ti gavekê paşve biavêje berpirsiyariya xwe bicih bîne û hişyarî da, "Hinek kes li hundir û derve dixwazin rê li ber aştî û biratiyê bigirin".

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê di destpêka civîna çaremîn a "Komîsyona Hevkariya Netewî, Biratî û Demokrasiyê" de axivî û got: "Parlamentoya Tirkiyeyê dê bêyî ku gavekê paşve biavêje, erkê xwe bicih bîne, da ku ev pêvajo di zûtirîn dem de bi dawî bibe û biratiya me ya herheyî were misogerkirin."

Kurtulmuş, bal kişand ser girîngiya piştgiriya civakî û got: "Yek ji erkên me yên herî girîng ew e ku em razîbûna civakî zêde bikin û piştrast bin ku piştgiriya beşên cuda yên civaka me ji bo vê pêvajoya biratiyê zêdetir dibe. Em di navenda pêvajoyekê de ne û divê em bi kelecaneke mezin bixebitin."

Kurtulmuş diyar kir, ew ê di komîsyonê de guh bidin hemû sazî û pêkhateyên ku dikarin beşdarî pêvajoyê bibin û di dawiyê de ji gelê Tirkiyeyê re nîşan bidin ka pêvajo çawa dikare bi awayekî serkeftî bi dawî bibe.

Serokê Parlamena Tirkiyê herwiha hişyarî da: "Yek ji xalên girîng ên ku divê em di vê pêvajoyê de bala xwe bidinê ew e ku li hundir û derve kesên ku dixwazin rê li ber aştî û biratiyê li Tirkiyeyê bigirin hene. Pêwîst e em rê li ber wan bigirin."

Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.