100 çekdarên El Şebab hatin kuştin

PeyamaKurd- Artêşa Somalîyê ragihand ku di operasyoneke leşkerî de li başûrê welêt 100 çekdarên rêxistina eş-Şebab a girêdayî El Qaîdeyê hatine kuştin.
Hate ragihandin, hêzên Somalî di operasyoneke taybet de li herêma Bakolê ya li başûrê rojavayê welêt, 100 çekdar û fermandarekî girîng ê rêxistina El Şebab kuştine.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Somaliyê hat gotin ku fermandarê hatiye kuştin, di plansazî û pêkanîna êrîşên terorîstî yên li dijî sivîlan li navend û başûrê Somaliyê de roleke sereke lîstiye.
Ev nivîs 150 car hatiye xwendin.




