Rûsyayê piştî civîna Ukrayna ya Amerîkayê li Parzûngeha Petrolê û navendên enerjiyê xist

PeyamaKurd- Wezareta Enerjiyê ya Ukraynayê ragihand ku artêşa Rûsyayê êrîşî navendên enerjiyê yên li herêma Poltava ya Ukraynayê kiriye.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî da xuyakirin ku wan parzûngeheke petrolê ya ku ji artêşa Ukraynayê re alavan dabîn dike xistiye.
Hêjayî gotinê ye, ev êrîş çend saetan piştî civîna navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy û serokên Ewropî li Washingtonê pêk hat.
Li gorî Wezareta Enerjiyê ya Ukraynayê, di êrîşan de li herêma Poltava gelek navendên enerjiyê bi dron û fuzeyan hatine hedefgirtin û şewat derketiye.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




