Şaswar Ebdulwehîd ji bo yasaya Heşda Şeibî soz da Îranê

Şaswar Ebdulwehîd ji bo yasaya Heşda Şeibî soz da Îranê

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Nwêy Nwê (Nifşê Nû),  Şaswar Ebdulwahîdê ku li ser giliyê çend parlamenterên berê yên tevgerê li Silêmaniyê hatibû girtin û di danişîneke xiyabî de 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, niha bi îdiayên nû re rûbirû ye.

Li gorî agahiyên ku gihîştine PeyamaKurd, tê îdiakirin ku girtina Ebdulwahîd ne tenê bi giliyên navxweyî ve têkildar e. Hat ragihandin ku Şaswar Ebdulwahîd di demên dawî de bi çend berpirsên payebilind ên Îranê û Heşda Şeibî re civîn pêk aniye.

Di van civînan de tê gotin ku Ebdulwahîd soz daye ku dê ji bo derbaskirina yasaya Heşda Şeibî û damezrandina Heşda Şeibî ya Tirkmenan a li herêmê, alîkariya wan bike.

Li gorî heman çavkaniyan, ev hevdîtin û sozên Ebdulwahîd bûne sedema nerazîbûna rayedarên Amerîkî û ev yek jî weke yek ji faktorên sereke yên li pişt biryara girtina wî tê nirxandin.

Hêjayî gotinê ye ku Dadgeha Silêmaniyê di 3yê Tebaxê de li ser giliyê parlamenterekî berê yê Nifşê Nû, Şaswar Ebdulwahîd bi awayekî xiyabî (bê amadebûna wî) 6 meh cezayê girtîgehê lê birîbû û di 12ê Tebaxê de jî ji aliyê polîsan ve hatibû girtin.

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.