Komîsyona pêvajoyê dicive; Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê wê werin guhdarîkirin

PeyamaKurd – Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de hatiye damezrandin, îro wê cara pêncemîn bicive. Civîn wê di du rûniştinan de were lidarxistin.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê doh (19ê Tebaxê) civîna xwe ya çaremîn li dar xist. Komîsyon wê îro (20ê Tebaxê) dîsa bicive. Rûniştina yekem a civînê wê Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê guhdar bike. Rûniştina duyemîn wê nûnerên IHH, Mazlumder, Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçi beşdar bibin.
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş wê serokatiya civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya piştî çekdanîna PKKê, di çarçoveya pêvajoya aştiyê de hatiye damezrandin bike.
Di axaftina xwe ya vekirinê ya civîna çaremîn a komîsyonê ya doh de, Kurtulmuş hişyarî da kesên ku dixwazin pêvajoya aştiyê asteng bikin û tekez kir ku, "Di tu xala pêvajoyê de tu danûstandinek çênebûye û wê nebe."
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahinur Ozdemir Goktaş, di axaftina xwe ya bi komîsyonê re got, "Em li ser rêya Tirkiyeyek bê teror li ber deriyekî dîrokî ne."
Komîsyonê bi awayekî ferdî ji malbatên şehîdan û leşkerên kevin guhdarî kir. Dayikên ji Dîyarbekirê jî ezmûnên xwe bi endamên komîsyonê re parve kirin.





