Dibistana dîjîtal li 60 dibistanên Kurdistanê dest pê kir

PeyamaKurd – Projeya dîjîtalîzekirina perwerdehiyê li 60 dibistanên seretayî yên Herêma Kurdistanê hate destpêkirin.
Bi platformeke elektronîkî, xwendekar dê bi kodeke taybet ji malê bigihîjin dersan.
Ev proje bi hevkariya Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî tê meşandin.
Li Dibistaneke Seretayî ya Şeqlawayê xwendekarê bi navê Honas Sirwan pesnê platformê da ku rê dide dersan bi vîdyoyan dubare bikin.
Ada Helmet jî got, gava nexweş be jî, ew dikare dersan bişopîne.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.





