Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser êrîşa li dijî Pêşmerge daxuyanî da

PeyamaKurd – Encumena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di du êrîşên cuda yên bi balafirên bêpîlot de li parêzgeha Duhokê 5 Pêşmerge birîndar bûne.
Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê êrîşa li ser hêzên Pêşmerge li Amêdiyê wekî “hewldaneke ji aliyê hin alî û koman ve ji bo têkbirina pêvajoya aştî û aramiya li herêmê” bi nav kir.
Encûmenê êrîş şermezar kirin û got, “Em hemû kom û aliyên ku ewlehiya Herêma Kurdistanê hedef digirin hişyar dikin.”
Duh û îro bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî li dijî baregeh û xaleke kontrolê ya Hêzên Pêşmerge li gundewarên navçeya Amêdiyê Duhokê êrîş hatin kirin.
Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got:
“Duh û îro sibê, komeke terorîst di du êrîşên cuda de li ser sînorên parêzgeha Duhokê bi droneyan baregehên hêzên Pêşmerge hedef girtin. Di encama êrîşan de pênc Pêşmerge birîndar bûn.”
Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku rewşa birîndaran baş e û hêzên Pêşmerge “amade ne ku bi îradeyeke hesinî li hember her cure komplo û êrîşê li ber xwe bidin” û hat destnîşankirin ku di demekê de ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, konferansa yekîtîyê ya partîyên Kurd li Rojava û pêvajoya avakirina kabîneya nû ya hikûmetê li Herêma Kurdistanê li ber bidawîbûnê ne, “hin partî û kom hewl didin ku pêvajoya aştî û aramiya li herêmê têk bibin.”
Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
“Wekî Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê, em van êrîşên terorîstî şermezar dikin û hemû kom û aliyên ku ewlehiya Herêma Kurdistanê hedef digirin hişyar dikin.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiya navxweyî amade ne ku bi awayekî guncaw bersiva her êrîşeke wêranker bidin.”





