Nêçîrvan Barzanî: Divê kadroyên PDKê xwedîtiya Kurd û Kurdistanê bikin

PeyamaKurd - Alîkarên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, beşdarî merasîma destpêkirina xula 20emîn a Peymangeha Kadroyên PDKê ya Hewlêrê bûn.
Nêçîrvan Barzanî axaftinek pêşkêş kir û tê de got: "Dijminên azadiyê her tim hewl daye ku tebayî me û bihevrejiyana me ji holê rakin. Her dema ku PDK bihêztir bibe, destkeftiyên me jî dê zêdetir bibin."
Nêçîrvan Barzanî pêwîstiya beşdariya zêdetir a jinan a di nav partiyê de anî ziman û got: "PDK baweriya xwe bi azadî û pirrengiyê heye."
Herwiha Nêçîrvan Barzanî peyamek da kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û diyar kir, “Divê kadroyên PDKê parêzvanên niştiman û nasnameya Kurdî bin. Paşeroja Kurdistanê di stûyê kadroyên PDKê de ye û divê ew xwedîtiyê li Kurd û Kurdistanê bikin."
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.




