APIKUR: Hinardekirina petrola Kurdistanê têkildarî ‘garantiya darayî’ ye

PeyamaKurd – Berdevkê APIKURê Myles Caggins ragihand ku şirketên wan amade ne ku ji nû ve dest bi hinardekirina Kurdistanê bikin, lê ev yek têkildar garantiya darayî ye.
Berdevkê APIKURê diyar kir ku ew ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê 1 milyar dolar deyn dixwazin.
Wî her weha anî zimên ku peymanên wan bi Iraqê re nehatine qebûl kirin, lê qanûnî ne.
Hinardekirina petrolê ji Adara 2023yan ve, piştî biryara dadgeha navdewletî, rawestiyane.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




