Serokkomarê Iraqê biryara parêzgehbûna Helebçeyê îmza kir

Serokkomarê Iraqê biryara parêzgehbûna Helebçeyê îmza kir

PeyamaKurd – Piştî li Parlamentoya Iraqê bi hewldanên fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û fraksiyonên din ên Kurdistanî li Encûmena Nûnerên Iraqê gihîşt encamê û qanûna parêzgehbûna Helebçeyê hat pejirandin, îro Serokatiya Komara Iraqê ew qanûn îmza kir û bendewarî ew e ku di rojên pêş de di rojnameya fermî ya Weqay Iraqê de bê belavkirin û bi vî awayî Helebçe bi fermî bibe parêzgeha 19emîn a Iraqê.

Roja 14.04.2025an piştî civîn û rûniştina taybet û bi amadebûna piraniya endamên encûmena nûnerên Iraqê biryara pejirandina parêzgehbûna Helebçeyê hat pejirandin û piştî îmzakirina Serokkomarê Iraqê bi fermî Helebçe bû parêzgeh.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.