Hêzên asayîşê li Diyarbekirê 47 mehkûman girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê hêzên asayîşê operayon kirin ser 47 kesên ku cezayê wan heye û heya niha nehatine girtin. Ji hêzên asayîşê bi taybetî cendirme di navbera 18-24ê Tebaxê de girtiye ser 47 kesên ku biryara zîndanîkirina wan heye û wan desteser kiriye.
Daxwuyaniya operasyonan ji aliyê parêzgehê de hat kirin û got ku hêzên cendirmeyan yên alaya Diyarbekirê û yên JASATê operasyonan bihev re kirine.
Di operasyonan de kesên hatine girtin, cezayê wan di navbera 2 sal û 20 sala de ye. Piştî karê wan girtiyan yên li baregehên cendirmeyan qedandine wan şandine dadgehan û ji dadgehan wan birine zîndanan.
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.




