Rajî: Ji biryara kontrolkirina çekan veger nîne

Rajî: Ji biryara kontrolkirina çekan veger nîne

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve û Koçberan ê Lubnanê, Yûsif Rajî, di hevpeyvînekê de li hel televîzyona "El Erebiyê" helwêsta hikûmeta xwe ya derbarê kontrolkirina çekan de bi awayekî tund eşkere kir. Rajî tekez kir ku "ji biryara kontrolkirina çekan tu veger nîne" û ew wek "biryareke dîrokî" ji bo hikûmetê bi nav kir.

Wezîr Rajî ragihand ku Artêşa Lubnanê dê di meha Îlonê de plana xwe ya cîbicîkirina vê biryarê pêşkêş bike, lê dibe ku ji bo amadekariyên dawî 2 hefteyên din jî hewce bikin.

Di beşekî din ê axaftina xwe de, Rajî bi awayekî eşkere Îran rexne kir û got, "Me bi berdewamî Îranî hişyar kirine ku desttêwerdanê di karûbarên me de nekin." Wî herweha diyar kir ku ji ber êrîşên serkirdeyên Îranê li ser Lubnanê, wî hevdîtina bi Larîcanî re qebûl nekiriye.

Derbarê rewşa navxweyî de jî, Rajî hişyariyên tund dan û got, "Herçî kesê ku behsa şerê navxweyî dike, dixwaze vî welatî bişewitîne." Wî herweha îdia kir ku "Ola Şîe ji aliyê Hizbullahê ve hatiye rehînkirin û îstismarkirin."

Di dawiyê de, Wezîrê Derve behsa serweriya Lubnanê kir û weha axivî:

"Me bi dehan salan dagirkerî û serdestiya wan aliyan dît ku tu pêwendiya wan bi Lubnanê re nîne. Me ji nûnerê Amerîkî Tom Barrack xwest ku ji bo Îsraîlê jî pêngaveke wekhev biavêje."

Lîna Reşîd / Lubnan 

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.