Reformxwazên Îranê dixwazin dev ji ûranyûmê bê berdan, lê mihafezekar bi tundî li dijî wan in

PeyamaKurd – Şerê dawî yê bi Îsraîlê re, nakokiyên siyasî yên navxweyî li Îranê kûrtir kirine. Eniya Reformxwaz a ku girîngtirîn grûpa opozîsyona nerm e, bi awayekî eşkere daxwaza rawestandina bernameya dewlemendkirina ûranyûmê û danûstandinên berfireh ên bi Amerîkayê re dike. Ev bangewazî rastî bertekeke pir tund ji aliyê mihafazakaran ve hatiye, ku reformxwazan bi "xiyanetê" tawanbar dikin.
Dazwaza guherîneke stratejîk
Piştî bidawîbûna şer, Eniya Reformê di daxuyaniyekê de ku di rojnameya "Hammihan" de hat weşandin, bang li serkirdayetiya Îranê kir ku bi awayekî dilxwazî dev ji dewlemendkirina ûranyûmê berde. Herweha, wan daxwaz kir ku ji bo bidawîanîna tecrîda navneteweyî û pêşîgirtina li şerên nû, danûstandinên rasterast bi Amerîkayê re dest pê bikin û rola artêşê di siyaset û aboriyê de were sînordarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tekane riya rizgarkirina Îranê ya ji krîza aborî û jinûveavakirinê, "lihevhatineke nîştimanî û bidawîanîna dijminatiyên navxweyî û derve" ye.
Dengên din ên nermxwaz jî tev li vê bangewaziyê bûne. Serokkomarê berê Hesen Rûhanî daxwaza guhertina siyaseta derve û lidarxistina referandûmeke giştî kir, herweha Wezîrê Derve yê berê Mihemed Cewad Zerîf jî di gotarekê de bang kir ku "çerxa pevçûnan" were şikandin.
Berteka tund a mihafazekaran
Ev daxwazên reformxwazan rastî hêrseke mezin ji aliyê mihafazakaran ve hatin, ku saziyên sereke yên dewletê di bin kontrola xwe de digirin. Ajansa Nûçeyan a Farsê ya ku nêzîkî Pasdarên Şoreşê ye, ev bang wekî "armanca ku dijmin di şer de bi dest nexist" bi nav kir. Rojnameya Kayhanê ya ku nêzîkî ofîsa Rêberê Bilind Ayetullah Elî Xamineyî ye, reformxwaz bi wê yekê tawanbar kirin ku "gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû werdigerînin."
Îran li ser du riyan e
Ev nakokî di demekê de derdikeve holê ku aboriya Îranê ji ber enflasyona bilind û hilweşîna nirxê pereyê wê di rewşeke pir xirab de ye, û di nava civakê de bêhêvîtî û bêbaweriyeke kûr heye. Aliyê nermxwaz bawer dike ku ji bo rizgariya sîstemê, divê reformên lezgîn werin kirin. Lê belê, aliyê mihafazekar her guherînê wekî tawîz û lawaziyê dibîne.
Heta niha, Rêberê Bilind Ayetullah Elî Xamineyî tê ku xwediyê gotina dawî ye li ser hemû siyaseta dewletê ye, derbarê vê mijarê de bêdeng maye û çarenivîsa Îranê di navbera van her du dîtinên dijber de ne diyar e.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




