Li sînorê Kobanê zarokek bû armanca leşkerên Tirk

PeyamaKurd – Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama gulebarana leşkerên artêşa Tirkiyeyê de zarokekî 15 salî birîndar bû.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, bûyer şeva borî derdora saet 22:00an li ser xeta sînor qewimî. Hat ragihandin ku zarokê bi navê Welat Mehmûd piştî bûyerê, ji bo dermankirinê bo nexweşxaneya Almanî ya li Kobanê hatiye veguhestin.
Çavkaniyên xwecihî amaje bi wê yekê dikin ku ev ne êrîşa yekem e û tekez dikin ku ji dema ragihandina agirbesta li derdora bendava Tişrînê ve, artêşa Tirkiyeyê zêdetirî 5 caran Kobanê û gundên wê kiriye armanc.
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




