Volkana Kilauea ya Hawaîyê 33 caran teqiya

PeyamaKurd- Li girava Hawaîyê ya Amerîkayê, volkana Kilauea ku yek ji volkanên herî çalak ên cîhanê ye, ji meha kanûnê ve 33 caran arpij avêt.
Volkana Kilauea ya ku li girava Hawaîyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ye û yek ji volkanên herî çalak ê cîhanê ye, ji 23ê kanûna 2025an ve çalakiya xwe didomîne.
Volkanê di vê demê de ji meha kanûnê heta niha 33 caran teqiya û bi metreyan arpij fûriyan. Teqîna herî dawî ya volkanê di 2yê îlonê de çêbûye.
Di sala 2018an de, zêdeyî 700 mal hatibûn rûxandin
Pêla teqînên dawî ya volkana Kilauea di 23yê kanûnê de dest pê kiribû. Piraniya teqînan ji rojekê kêmtir dom kir. Navberên teqînan bi giştî çend rojan didome.
Di sala 2018an de, teqînên ku li volkanê çêbûbûn û nêzîkî 3 mehan dom kiribûn, zêdetirî 700 xanî rûxandibûn.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




