Qeter: Em li benda bersiva agirbestê ya Îsraîlê ne

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê, Mecîd El-Ensarî, diyar kir ku wan ji Hemasê bersiveke erênî ji bo pêşniyara herî dawî ya agirbestê wergirtiye, lê hêj ji Îsraîlê bersivek nehatiye.
El-Ensarî di civîneke çapemeniyê de got, ev pêşniyar bi ya berê ya Nûnerê Taybet ê Deryaya Navîn yê Amerîkayê Steve Witkoff, “hema hema wekî hev” e û diyar kir, ew ji bo pêkanîna agirbestê bi baldarî tevdigerin.
Wezîrê Qeterî da zanîn: “Ez dikarim bibêjim ku me ji Hemasê bersiveke erênî wergirtiye. Lê belê, me hê jî ji aliyê Îsraîlê ve bersivek wernegirtiye.”
El-Ensarî da zanîn ku pêşniyara dawî ji bo 60 rojan agirbesteke demkî ye ku di vê pêvajoyê de dê hejmareke mezin ji dîl û girtiyan bên pevguhertin, leşkerên Îsraîlê li Xezeyê bên bicihkirin û alîkariyên mirovî yên ji bo Xezeyê bên zêdekirin.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




