Amedspor di rêya play-offê de têk çû

Amedspor di rêya play-offê de têk çû

PeyamaKurd – Di hefteya 36emîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de, Amedspor li deplasmanê li hember Umraniyesporê 3-0 têk çû û di rêya play-offê de derbeyek xwar.

Di maça hefteya 36emîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de, Amedspor li Stenbolê bû mêvanê Umraniyesporê.

Amedspor ku zû dest bi maçê kir, piştî ku Çekdar Orhan di deqeya 36an de qerta sor sitend, 10 kes man.

Maç bi 3-0 bi serketina Umraniyesporê bi dawî bû.

Benny, Burak Oksuz û Engjell Hoti golên serkeftina Umraniyeyê avêtin.

Piştî vê encamê, Umraniyesporê xalên xwe zêde kir û gihîşt 53an.

Amedspor ku piştî 5 maçan wenda kir, bi 54 pûanan ma lê di lîgê de daket rêza 9emîn.

Di hefteya 37emîn a lîgê de, Amedspor wê li malê mazûvaniya Adanasporê bike.

Umraniyespor wê di maça derve de were serdana Erzurumspor FK.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.