Serokwezîr Barzanî bi şampiyonê Kurd Egîd Kabayel re civîya: Wiha bidomîne

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî wêneyê xwe yê bi boksvanê Kurd Egîd Kabayel (Agit Kabayel) re li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê belav kir û pesnê serkeftinên wî da.
Îro 15ê Nîsanê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şampiyonê navdar ê boksê yê ji Bakurê Kurdistanê Egîd Kabayel re civiya û wêneyê vê hevdîtinê di hesabên xwe yên torên civakî de parve kir.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got: "Hevnasîna bi şampiyonê yê Kurd Egîd Kabayel re, cihê kêfxweşiyê bû. Serkeftinên te hêjayî pesindanê ne, wiha dewam bike.”
Egît Kabayel kî ye?
Agit Kabayel, boksvanê profesyonel ê 31 salî, ji malbateke Kurd a Mereş a Bakurê Kurdistkanê ye û li Almanyayê dijî. Kabayel, di kategoriya giran de dileyize. Kabayel heta niha di kariyera xwe ya profesyonel de 24 şer kiriye û di hemûyan de jî bi ser ketiye, ku 16 ji van serkeftinên wî bi nokawt bûne. Kabayel şampiyoniya Ewropayê ya WBA qezenc kir û niha yek ji boksvanên herî payebilind ê Kurd e di ringa navneteweyî de.
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.




