Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATOyê re civiya

PeyamaKurd - Di demekê de ku çavên cîhanê li ser danûstandinên aştiyê yên Rûsya-Ukraynayê ne, hevdîtinek berbiçav pêk hat.
Li gorî daxuyaniyek doh ji aliyê Rêveberiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê ve hat weşandin, Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bi rêya telefonê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re axivî.
Rêveberiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê daxuyaniyek weşand:
"Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte di rêya vegerê de ji lûtkeya bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û rêberên YEyê re bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re telefon kir.
Di hevdîtinê de, pêşketinên dawî yên di derbarê pêvajoya aştiyê ya Ukrayna-Rûsyayê de hatin nîqaşkirin.
Serokê me û Sekreterê Giştî yê NATOyê li ser rola girîng a Tirkiyeyê di pêvajoya aştiyê ya Ukraynayê û ewlehiya herêma Deryaya Reş de axivîn.
Di hevdîtinê de, Serokkomar Erdogan û Sekreterê Giştî Rutte li ser beşdariya Tirkiyeyê di pêvajoya aştiyê de, wekî yek ji welatên herî girîng ên NATOyê û li ser hevahengiya nêzîk li hev kirin.
Serokê me û Rutte herwiha li ser garantiyên ewlehiyê yên guncaw û domdar nêrînên xwe parve kirin."





