Qesra Spî: "Leşkerên Amerîkî naçin Ukraynayê"

Qesra Spî: "Leşkerên Amerîkî naçin Ukraynayê"

PeyamaKurd - Sekretera Çapemeniyê ya Qesra Spî Karoline Leavitt diyar kir ku Amerîka wê leşkeran neşîne Ukraynayê.

Karoline Leavitt di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de derbarê hevdîtinên aştiyê yên Ukrayna-Rûsyayê de daxuyanî da. Leavitt destnîşan kir ku Serok Donald Trump ji tîmê xwe yê ewlehiya neteweyî re talîmat daye ku bi Ewropayê re hevkariyê bikin.

Leavitt got, "Serok bi eşkereyî diyar kiriye ku leşkerên Amerîkî naşînin Ukraynayê. Lêbelê, em bê guman dikarin di hevrêzkirin û dayîna garantiyên ewlehiyê yên din de ji hevalbendên xwe yên Ewropî re bibin alîkar."

Leavitt tekez kir ku hewlên ji bo hevdîtinek rasterast di navbera serokên Rûsya û Ukraynayê de di rojên pêş de berdewam in û got, "Serok her gav gotiye ku di vî şerî de deverên nakokî hene ku divê ji hêla van her du welatan ve werin nîqaşkirin û çareser kirin. Ji ber vê yekê, ew dixwaze ku ev her du welat bi dîplomasiya rasterast tevbigerin."

Leavitt diyar kir ku Trump fêm dike her du alî çi dixwazin û divê çi berdin, û Putin û Zelenskyy amade ne ku bi hev re li ser maseyê rûnin, ji ber vê yekê ew ji her du aliyan jî pêşketinê dibînin.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.