Barhilgira ku moşekên Grad dibir Lubnanê hate desteserkirin

Barhilgira ku moşekên Grad dibir Lubnanê hate desteserkirin

PeyamaKurd- Fermandehiya Ewlehiya Navxweyî ya parêzgeha Humsê ragihand, di encama lêgerînekê de li nêz sînorê Lubnanê barhilgirek hatiye desteserkirin ku moşekên Grad ber bi Lubnanê ve dibirin.

Hate diyarkirin ku hêzên ewlehiyê dest danîne ser kelûpelên di barhilgirê de û lêkolîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye, di demên dawî de hêzên ewlehiyê li her du aliyên Lubnanê û Sûriyayê operasyonên kontrolkirina sînoran pêk tînin ku herî dawî jî bi operasyonekê qaçaxiya çekan ji Sûriyayê bo Lubnanê û ji Lubnanê bo Sûriyayê pûç kir.

Lînda Reşîd - Lubnan

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.