Çîn bo Hindistanê: “Divê em hev tehdîd nekin lê derfetan bidin hev”

Çîn bo Hindistanê: “Divê em hev tehdîd nekin lê derfetan bidin hev”

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Çînê Vang Yi piştî sê salan seredana Hindistanê kir û ji Hindistanê re got ku divê hev tehdîd nekin û derfetên hene bikarbînin. Vang got, bi hevkariya her dû dewletan divê dinya çend serî de, dikarin lîdertiyê bikin.

Wezareta Çînê ragihand ku Vang gotiye di dinyayê de yekterefî zêde dibe û divê li hemberê yekaliyê û tevgerên bi zorê Çîn û Hindistan berpirsiyariya navdewletî bigrin ser xwe. Vang Yi got:

“Em her dû welat temsîla 2,8 milyar mirovî dikin. Divê Çîn û Hindistanê dijminahiya hev nekin, bibin ortaxê hev, hev raqibên hev nebînin û derfetên di dest de bikarbînin.

Divê her dû welat ji bo avakirina dinyakî nû û ji bo tekiliyên demokratik yên navdewletî pêşde herin her du dewlet bibin mînak. Hevkariya her dû dewletên mezin yên Rojhilatê yên Çînê û Hindistanê wê ji bo Asya û dinyayê îstîqrarê bîne.”

Li gor ragihandina wezareta Çînê, wezîrê karên derve yê Hindistanê Subrahmanyam Jaishankar jî gotiye ku bi îrada lîderên her dû welatan de têkiliyên wan baş bûne, divê têkiliyên xwe yên tegihîştina stratejîk nûh bikin, destekê bidin dinya pir terefî û îstîqrarê.

70 sal zedeye ku di navbera Çînê û Hindistanê de pirsgirêka sînor heye û heta di salên 50yan de di navbera wan de şer derketibû.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.