Heleb | Nûnerên Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser li hev civiyan

PeyamaKurd – Duh, roja Pêncşemê, nûnerên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, bi armanca kêmkirina aloziyan û xurtkirina lihevkirinên berê, li bajarê Helebê civiyan.
Li gorî zanyariyan, rojeva sereke ya civînê nirxandina rewşa dawî ya taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bû ku bi taybetî piştî zêdebûna tevgera leşkerî ya hêzên hikûmetê li derdora van her du taxan. Aliyan di hevdîtinê de tekezî li ser pêwîstiya berdewamkirina pêkanîna wê peymanê kir 1ê Nîsanê de hatibû mohrkirin.
Di civînê de ya ku rayedarên payebilind ên Rêveberiya Xweser, berpirsên leşkerî û efserên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gel şandeya hikûmetê amade bûn, li ser mekanîzmayên çareseriyê gotûbêj hatin kirin.
Encama herî girîng a hevdîtinê, lihevkirina her du aliyan a li ser avakirina komîteyên hevbeş bû. Hat ragihandin ku ev komîte dê bi awayekî sîstematîk çavdêriya pêkanîna xalên peymanê bikin.
Herweha, beşdarên civînê li hev kir ku ji bo pêşîgirtina li geşbûna aloziyan û misogerkirina aramiya herêmê, civînên komîteyan bi awayekî periyodîk werin lidarxistin. Armanc ew e ku kombûna hêzên hikûmetê li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê were sekinandin û rewş were aramkirin. Ev pêngav weke gaveke giring ji bo avakirina baweriyê û berdewamkirina diyalogê tê dîtin.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




