Îmarat, di nav 10 salan de bi 1,4 trilyon dolarî veberhênanê li DYAyê dike

Îmarat, di nav 10 salan de bi 1,4 trilyon dolarî veberhênanê li DYAyê dike

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku dewleta Îmaratan wê di nav 10 salan de bi miqdarê 1,4 trîlyon dolarî li Amerîkayê veberhênanê bike. Trump got ku wê veberhênan di navbera her dû welatan de têkiliyên aboriyê xwurt bike.

Trump, di çarçova gera xwe ya fermî ya Rojhilata Navîn de çû Abdu Dabiyê payîtexta Îmaratan. Serokê dewleta Îmratan Muhammed bin Zayid Al Nahyan pêşwaziya Trump li Koşka Al Weten kir. Her dû lîder bi serê xwe hevdîtin kirin û Trump bo veberhênana 1,4 trilyon dolarî ku Îmarat di 10 salan de li DYAyê bike, sipasiyê kir.

Trump got ku wê ev veberhênan bo dahatûyê bibe 10 trîlyon dolar û soza wê stendiye. Wê veberhênan di seha zeka çêkirî û zanyariyê de pêşdebirinê bike.

Al Nahyan, bi sedema Trump di navbera her dû dewletan de hewlên bo dostaniyê û hevpariya stratejik daye, nişana dewletê da serok Trump.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.