Kamyona frêna wê teqiya û li 10 erebeyan xist: 6 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Nevşehirê li bajarokê Göreme kamyona ku frêna wê teqiya li 10 erebeyan xist û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Kamyon, di encamê de ket kanala avê. Qeza seet li dora 17.30an de li ser kolana Bilal Eroğlu qewimî.
Piştî tîmên tenduristiyê, AFADê û îtfaiyê gihan hawara wan, ajotvanê di kamyonê de asê mabû Can Hosrik ji kamyonê derxistin.
Ajotvan û birîndarên din bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya bajarê Nevşehirê.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




