NY: Li Rojhilata Navîn 584 xebatkarên alîkariya mirovî hatin kuştin

NY: Li Rojhilata Navîn 584 xebatkarên alîkariya mirovî hatin kuştin

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku ji Tebaxa 2023an heya niha 584 xebatkarên alîkarya mirovî di êrîşan de hatine kuştin û êrîş hêjî dewam dikin.

Bi sedema roja ‘Alîkariya Mirovî ya Dinyayê’ koordînatorên Neteweyên Yekgirtî yên Fîlîstînê, Sûriyê, Yemen û Lubnanê di 19ê Tebaxê de an ku îro daxwuyaniyekî hevpar dan.

Di daxwuyaniyê de gotin ku ji sala borî de, xwestine ku dest ji êrîşên ser xebatkarên mirovên alîkariyê berdin lê tevî salekî di ser de derbas bûye, hêjî bersiva xwe nedîne an kes bersiva wan nedaye. Di daxwuyaniyê de weha gotin:

“Bi vî awayî ji Tebaxa sala 2023an heya niha xebatkarên di seha alîkariya mirovî de xebitîne, jimara qurbaniyên wan gihaye 841 kesan. Ji wan 584 kesan kuştine, 215 kesan birîndar kirine, 38 kesan xistine binçav û 4 kesan ji wan revandine.”

Di daxwuyaniyê de gotin ku êdî êrîş sînorên adetî derbas kirine û êrîş sîstema kureyî, hûqûqa navdewletî û qedr û qiymetên mirovî tehdîd dikin û weha dewam dike:

“Êdî axaftina li ser van îhlalan bi xwe jî talûkeye. Ev rewş dikare ewlehiya destekên mirovî û xebatên xwe gihandina sîvîlan berteng dike.”

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.