Şaredarê Beyoglûyê ji wezîfeyê hat bidûrxistin

PeyamaKurd – Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ragihand ku Şaredarê navçeya Stembolê Beyoglûyê yê ji Partiya Gel a Komarî (CHP), Înan Guney, piştî ku di çarçoveya lêpirsînekê de hatibû girtin, bi awayekî demkî ji wezîfeyê hatiye bidûrxistin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hatiye belavkirin, 3yemîn Dadgeha Silh û Cezayê ya Stembolê di derbarê Înan Guney de bi tometa "endamtiya rêxistina ji bo pêkanîna sûcan hatiye damezrandin" û "sextekarî û zirargihandina saziyên dewletê" biryara girtinê dabû.
Wezaretê destnîşan kir ku li ser vê biryara girtinê û li gorî xalên Destûra Bingehîn û Qanûna Şaredariyan, weke tedbîreke demkî biryara bidûrxistina Guney a ji kar hatiye dayîn.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.




