HSD: Di êrîşên DAIŞê de 5 şervanên me can dan

HSD: Di êrîşên DAIŞê de 5 şervanên me can dan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşa DAIŞê ya li Dêrazorê bi ser xalên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, 5 şervanan can daye û hejmarek jî birîndar bûne.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşên DAIŞê yên ser hêzên wan li Dêrezorê daxuyaniyek belav kir û ragihand, DAIŞê li bajarokên Cezarat û Zîbanê êrîşî xalên wan kirine û di encamê de 5 endamên wan can dane û hejmarek jî birîndar bûne.

HSDê ev daxuyanî da:

“Hêzên me di çarçoveya têkoşîna li dijî şaneyên terorîst ên DAIŞê de tedbîrên ewlehiyê zêde dikin.

Di rêzeoperasyonên terorîst ên rêxistinkirî de ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve di du rojên borî de li Dêra Zorê hatine lidarxistin, ku ev yek planên xeternak ên rêxistina terorîst nîşan dide, pênc şervanên me dema ku du êrîşên terorîstî yên li dijî nuqteyek leşkerî ya hêzên me li bajarokê Cezaratê li gundewarên rojavayê Dêra Zorê û li dijî wesayîteke leşkerî li bajarokê Zîbanê li rojhilat pêk anîn, şehîd bûn û çend şervanên din jî birîndar bûn.

Li hember planên terorîst ên sîstematîk, hêzên me, bi meclîsên xwe yên leşkerî yên cûrbecûr, tedbîrên ewlehiyê û dewriyeyên xwe li herêmê zêde kirine. Ev yek di demekê de tê ku li Sûriyeyê bi giştî û bi taybetî li Dêra Zorê, tevgera şaneyan û çalakiyên terorîstî zêde bûye, ku rêxistina terorîst DAIŞ hewl dide ku di astek domdar a operasyonên terorîstî de hêzên leşkerî û îdarî û çalakiyên civakî hedef bigire.

Hêzên me amadebûna xwe ji bo şopandina şaneyên terorîst ên ku hewl didin ewlehî û aramiyê têk bibin, tekez dikin. Her wiha tekez dike ku ew ê bi hemû hêza xwe parastina sivîlan di hemû şert û mercan de bike.”

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.