Di Tebaxê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 197 kes hatin darvekirin

Di Tebaxê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 197 kes hatin darvekirin

PeyamaKurd- Kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’ ragihand ku di nav meha Tebaxê de, 197 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin û hate gotin ku rejîma Îranê dixwaze bi rêya darvekirinan û asayîkirina tûndiyê civakê bixe nava tirsê.

Kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’ di 83’yemîn hefteya xwe de li dijî cezayê darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek belav kir. Hate eşkerekirin, di vê mehê de 197 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

Kampanyayê diyar kir, li hemû bajar û navçeyên Îranê cezayên darvekirinê tên bicihanîn û wiha hat gotin: “Rejîma Îranê dixwaze bi rêya darvekirinan û asayîkirina tûndiyê civakê bixe nava tirsê.”

Herwiha hate gotin: “Darvekirin ne rêya çareseriyê ye û binpêkirineke eşkere ya mafên mirov e. Amrazeke ji bo bêdengkirina dengên nerazî û aliyên siyasî ye. Em daxwaz ji sazî û rêxistinên navdewletî, herwiha çalakvan û azadîxwazan dikin ku li beramberî van cezayên darvekirinê rabin û helwesta xwe nîşandin.”

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.