Koalîsyonê û HSDyê li Hesekê bi helîkopteran tetbîqateke leşkerî pêk anî

PeyamaKurd – Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) duh êvara Duşemê li nêzîkî Til Temirê ya navçeya Hesekê tetbîqateke leşkerî ya hevpar li dar xist. Tetbîqat li baregeha Qesrekê bi beşdariya helîkopterên Apache pêk hat.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, di dema tetbîqatê de helîkopter di ser herêmê re bi awayekî nizm firiyan û dengê çek û teqînan li derdora baregehê hat bihîstin.
Hêza "Operasyona Çareseriyên Xwezayî" ya girêdayî hevpeymaniyê îro bi daxuyaniyekê ev tetbîqata şevê piştrast kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca van tetbîqatan, bilindkirina asta şiyanên operasyonel û piştgiriya ji bo "hêzên hevpar" e.
Daxuyaniyê herweha da zanîn ku ev tetbîqatên şevê yên bi helîkopterên Apache, di çarçoveya perwerdekirin û bipêşxistina hêzên hevpar de, beşek ji hewlên hevpeymaniyê ne ji bo têkbirina DAIŞê û parastina ewlehî û aramiya li herêmê.
Ev nivîs 191 car hatiye xwendin.




