Li Amêdîyê bi dronan êrîşî xaleke Pêşmerge hat kirin

Li Amêdîyê bi dronan êrîşî xaleke Pêşmerge hat kirin

PeyamaKurd – Li navçeya Amêdiyê ya Duhokê, li dijî xaleke kontrolê ya Pêşmergeyan bi balafireke bêpîlot (dron) êrîşek pêk hat. Tê gotin ku di êrîşê de 2 pêşmerge birîndar bûne.

Berpirsekî payebilind ê ewlehiyê yê li Amediyê got,

 “Droneê li xaleke Pêşmerge xist, 2 Pêşmerge birîndar bûn.”

Berpirsê ewlehiyê ragihand ku rewşa tenduristiya Pêşmergeyên birîndar baş e.

Duh jî bi droneke bombebarkirî li ser xaleke Pêşmerge ya li Amêdiyê êrîşek pêk hatibû û 3 Pêşmerge birîndar bûbûn.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.